Erbil 38°C Tuesday 13 May 09:47

Di encama êrîşeke çekdarî de 46 kes li Pakistanê bûne qurbanî

di encama êrîşê de herî kêm 9 kes hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Çekdarên baskê Talîbanê yê Pakistanê Tekrîk-î Talîban  çarşef li xwe kirin û bi çekan êrişî Enstîtuya Perwerde ya bajarê Peşaverê kirin.

Çekdarên baskê Talîbanê yê Pakistanê Tekrîk-î Talîban çarşef li xwe kirin û bi çekan êrişî Enstîtuya Perwerdeya bajarê Peşaverê kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorî de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 37 kes jî birîndar bûn.

Li gorî malpera nûçe ya Dawn a Pakistanê, îro berê sibehê 4 çekdarên Tekrîk-î Talîban çarşef li xwe kirin û bi dizî ketin nava avahiya Enstîtuya Perwerdeya bajarê Peşaverê. Milîtanan pêşî parastvanê ewlehî yê ber derî birîndar kirin û di nava enstîtuyê de gule li şagirtan reşandin.

Di encama êrişa çekdarî ya milîtanên Talîbanê de 9 şagirt hatin kuştin û 37 jî birîndar bûn. Li gorî medya Pakistanê dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.