Erbil 38°C Tuesday 13 May 18:56

Îsraîlê bertek da Erdogan: Qudis ev 3 hezar sal in paytexta Cihûyan e

Îsraîl dibêje zêdetir ji 3 hezar sale Qudis paytexta cihûyane
کوردستان TV
100%

Îsraîlê ji bo daxuyaniyên Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan ên di derbarê nasîna Qudisê wekî paytexta Îsraîlê de bertel nîşan da. Li gorî rojnameya Haaretzê rayedarekî payebilind ê Îsraîlî gotiye, "Dixwaze bila Erdogan nas bike an nas neke, Qudis ev 3 hezar sal in paytexta Cihûyan e."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan gef xwaribû, ku eger Qudis ji aliyê Amerîkayê ve wekî paytexta Îsraîlê were nasîn wê peywendiyên xwe yên bi Îsraîlê re bibirin. Li ser van daxuyaniyên Erdogan Îsraîlê bertek nişan da. Li gorî ragihandina rojnameya Haarestzê rayedarekî payebilind ê Îsraîlî got, "Dixwaze bila Erdogan nas bike an nas neke, Qudis ev 3 hezar sal in paytexta Cihûyan e û 70 sal in jî paytexta Îsraîlê ye."

Rêveberiya Filîstînê ya di bin serokayetiya Mehmûd Ebbas de jî dibêje, eger Amerîka balyozxaneya xwe veguhezîne Qudisê, hewldanên çareseriya dudewletî wê têk biçin. Mizakerevanê Filîstînî Nebîl Şaat diyar kir ku eger Qudis wekî paytexta Îsraîlê were nasîn hemû peymanên navbera Filîstin û Îsraîlê wê di bin zinarên Qudisê de bimînin.

Şaat herwisa îdia kir ku di rewşeke wisa de wê ji bo astengkirina tundiyê ti derfet nemine, ji ber ku DAIŞ ji bo parastina Qudisê milîtanan kom dike. Rêveberiya Filîstinê plan dike, ku Trumo hemleya Qudisê pêk bîne, wê ji Çîn, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê alîkarî û navbeynkariyê bixwaze.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.