Trump biryareke girîng da û cîhana îslamî jê acize.
Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî ragihand ku Qudis ( Orşelîm) paytexta Îsraîlê ye û lazime di nava 6 mehan de balyozxaneya Amerîkayê ya li Telavîvê bo Qudisê ( Orşelîmê) were veguhsetin.
Li hember vê biryara han welatên îslamî acizên lêbelê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyaho jî piştî demeke kurt ji biryara Trump daxuyand ku ev biryara han biryareke gelek girînge û îro bo Îsraîlê rojeke dîrokiye.
Tê zanîn ku Amerîka di sala 1995an de biryar dabû daku Qudis weke paytexta Îsraîlê binase lêbelê cîhbicîh kirina biryara han hatibû paşxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin