Erbil 38°C Wednesday 14 May 02:39

Hin Serkirdeyên Ereb agehdarî biryara Trump bûn

çend serkirdeyên Ereb zanîbûn Trump Qudis bike paytexta Îsraîlê
کوردستان TV
100%

Wezîrekî Îsraîlî dibêje hinek serokê welatên erebî ji biryara Trump haydar bûn

Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Yîsrael Katz di axaftina xwe de ragihand ku hinek serokê welatên erebî ji biryara Trump a Qudsê haydar bûn.

Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Yîsrael Katz di axaftina xwe de got: "Berî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Qudsê wekî paytextê Îsraîlê binase hinek serokê welatên erebî ji vê biryarê haydar kiribûn."

Yîsrael Katz di berdewamiya axaftina xwe ya televîzyona Îsraîlê de got: "Berî ku Trump Qudsê wekî paytextê Îsraîlê binase û biryara veguhestina balyozxaneya xwe ji Telavîvê bo Qudsê bide, ev mijar bi hinek serokê welatên erebî îstîşare kir. Ev îstîşare ji bo kontrola bertekên filistîniyan a li hemberî biryarê hat kirin."

Katz di dirêjiya axaftina xwe de bertekên Erebîstana Siûdî yê li hemberî Washîngtonê jî nirxand û got: "Berjewendiyên hevpar ên Siûdî û Îsraîlê hene. Bi taybetî Îran ji bo herdu welatan jî tehdîd e."

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.