Erbil 38°C Wednesday 14 May 08:56

Netanyahu rexne li welatên Ewrûpayî dike

Serokwezîrê Îsraîlê dibêje welatên Ewrûpî du rûne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, welatên Ewrupayê ku biryara naskirina Qudisê wek paytexta Îsraîlê yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump rexne dikin bi tawanbar bilêz kir.

Netanyahu beriya serdana xwe ya ji bo Brûkselê paytexta Belîçîkayê û Parîsê paytexta Fransayê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku, "Ez li benda rêzgirtina wan im û ji bo standartên durûtî jî ne amade me. (Ji Ewrupayê) Gelek rêxne ji bo biryara Serok Trump hatin, lê ti rêxne ji bo êrîşên mûşekan li dijî Îsraîlê û provokasyonan nehatin."

Netanyahu got: "Ez vê durûtiyê teqez qebûl nakim û ez ê di serdanên xwe de bêtir û serbilind rastiyên derbar Îsraîlê de ji hevkarên xwe re ragihînim."

Fransa û Yekîtiya Ewrupayê li dijî biryara Trump ku Qudisê wek paytexta Îsraîlê nas kir, derdikevin.

Netanyahu di serdana xwe yê li Parisê de dê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk bîne, li Brûkselê jî bi wezîrên karên derve yên Ewrupayê re were cem hev.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.