Rûsya dibêje em ne mecbûrên weke Erdogan bihizrin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew bi helwesta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a li hemberî Îsraîlê dizanin û got, lê em bi Enqereyê re ne li ser heman fikrê ne.
Dmitriy Peskov îro civîna xwe çapemeniyê li dar xist û rojnamegeran di wê civînê de ji wî pirsîn, ku ew ji bo daxuyaniya Erdogan ‘Îsraîl dewleteke teror û dagirker e' çi difikire.
Peskov ji bo vê pirsê got, "Em bi vê helwesta Erdogan dizanin û di rewşa heyî de helwest li helwesta Rûsyayê nayê. Helwesta Rûsyayê ya ji bo çareseriya Qudsê û Rojhilata Navîn gelekî baş tê zanîn."
Peskov pirsa ‘Ev nêrîna Erdogan ji bo çareseriyê erênî ye an ne?' bêbersiv hişt û got, "Ez tiştekî li van gotinên zêde nakim."
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi biryarekê Quds wekî paytexta Îsraîlê qebûl kiribû û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan jî nerazîbûn nîşanê vê biryarê dabû. Erdogan gotibû, "Îsraîl dewleteke dagirker û terorê ye."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin