Erbil 38°C Thursday 15 May 07:53

Rêxistina Hevkariya Îslamî, Orşelîm weke paytexta Filistînê ragihand

konferansa îslamî jî paytexta Felestînê diyar kir
کوردستان TV
100%

Rêxistina Hevkariya Îslamî îro li Stenbolê bi awayekî awarte civiyabû. Di encama civînêde hat ragihandin ku Rojhilatê Orşelîmê weke paytexta Filistînê hatiye îlankirin.

Encamnameya civîna welatên Îslamî diyar bû. Di encamnameyê de hat gotin ku divê DYA ji rola xwe ya di proseya aştiyê de vekişe. Eger DYA paş ve gav neavêje, wê berpirsyara her tiştî be.

Bendên din yê encamnameyê wiha ne: Em Rojhilatê Orşelîmê weke paytexta Filistînê îlan dikin. Em bang li hemû welatan dikin ku vê biryarê nas bikin. Em biryara DYAyê şermezar dikin. Ev biryar êrişeke li dijî mafên Filistîniyan e. Divê DYA ji rola xwe ya di proseya aşitiyê de vekişe. Eger vê yekê neke, wê berpirsyara her rûdanekê be.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan îro di axaftina xwe ya civînê de bang li cîhanê kiribû ku Orşelîmê weke paytexta Filistînê ya di bin dagirkeriyê de nas bikin.

Serokkomarê DYAyê Donald Trump, berî niha Orşelîm weke paytexta Îsraîlê nas kiribû û fermana veguhastina balyozxaneya welatê xwe bo wî bajarî dabû.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.