Serokê Komara Çeçenistanê Ramzan Qadîrov gotinên Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku gotibû em plan dikin ku piştgiriyê bidin xwepêşanderên li Îranê bikin, rexne kir û diyar kir ku, Amerîka ‘Hespa Troy' ji bo Îranê amade dike.
Qadîrov daxuyanî li ser hesaba xwe yê twittirê belav kir û destnîşan kir ku, "Donald Trump eşkere kir ku dema guncaw bê dê Amerîka piştgiriya hesas bide xwepêşanderên li Îranê. Beriya niha jî gelên Libya, Sûriye, Iraq, Afxanistan, Sirbistan, Vîetnam û welatên din jî alîkarî girtibûn."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin