Balefirên Îsraîlê navendên destnîşankirî wêran kirin.
Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Sûriyeyê, îro danê sibê balefirên ser bi artêşa Îsraîlê li nêzî Dîmeşqa paytext çend êrîşên cuda pêk anîne û çend navendên ser bi rejîmê bordiman kirine.
Li gor vê daxuyaniya han balefirên ser bi artêşa Îsraîlê ji asmanê Libnanê ve ev êrîşên han pêk anîne û ew çend navend wêran kirine.
Di beşeke din ya vê daxuyaniha han de hatiye nivîsandin ku êrîşa dawî ji aliyê balefirekê ve pêk hatiye û ev balefira han çar mûşek li devera Gulan û Teberiya daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin