Erbil 38°C Thursday 18 Sep 18:33

Divê Amerîka, Enqere û PYDê careke din lihev bîne

pêşniyarek nû pêşkêşî Amerîkayê tê kirin
کوردستان TV
100%

Balyozê berê yê Amerîkayê li Enqerê James Jaffrey, ragihand ku pêwist e welatê wî careke din Enqer û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) lihev bîne.

Balyozê berê yê Amerîkayê James Jaffrey ligel rawêjkarê bi ezmûn ê Wezareta Derve David Pollock ji rojnameya Chicago Timesê re gotarek nivîsîn. Jaffrey, derbarê operasyona Efrînê de dibêje, herçiqas wiha bê dîtin egerên çareseriya dîplomatîk kêm bûbin jî, Washington dikare herdû hevpeymanên xwe ku li Sûriyê şerê hev dikin, lihev bîne.

Di gotara James Jaffrey de wiha tê gotin:  Divê pêngava yekem a Amerîkayê ew be ku PYD mesafeyekê bixe navbera xwe û PKKê. Heman demê di hevdîtinên ligel Tirkiyê de, pêwiste were bibîrxistin PYDê soza di 2012an de daye ku “çek naçin ji PKKê” re aniye cih.

Herwiha were bibîrxistin ku heta sala 2015ê hevahengî di navbera Tirkiye û PYDÊ de hebû û bi hev re kar dikirin. Li Kobaniyê bi hevahengî rê li ber operasyonên dijî DIŞIê vekiribûn.

Hevserokê PYDê Salih Muslim serdana Tirkiyê kiribû û ji aliyê Enqerê ve hatibû pêşwazîkirin. Li Tirkiyê dema pêvajoya aştiyê têk çû, nêzîkbûna navbera PYD û Enqerê jî bi dawî bû. Ji wê demê û şûnde hemû alîkariya leşkarî ku Amerîkayê da PYDê bû sedema nîgeraniya Tirkiyê.

Pêngava duyem, divê di navbera PYD, Tirkiye û dijberên Sûrî yên girêdayî wê de kanalên diyalogê bên vekirin. Li gor çavkaniyên me, hemû alî eger nexwazin an ne bi dilê wan be jî dibêjin, bo vê bijardeyê vekirî ne.

Hemû aktorên ku em qala wan dikin dijî desthilata Esed û bandora Îranê derdikevin. Dûrketina ji şerê hevdû, qayimkirina ewlekariyê û parastina peywendiyên dîplomatîk ên ligel Amerîkayê di berjewendiya hemûyan de ye.

Pêngava sêyem zehmettir e lê pêwist e yekser were cîbicîh kirin. Divê Amerîka wê baweriyê bide Enqerê ku dê bi wayekî aktîf dijî cudaxwaziya Kurdan û egera hevkariya navbera PYD-PKKê raweste.”

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.