Li Siûdiyeyê tevahiya girtiyên doza gendeliyê hatin azadkirin.
Li gor jêderên nûçeyan yên Siûdiyeyê ew berpirs, prens û mîrên ku beriya sê mehan di çarçoveya operasiyona dijî gendeliyê de hatibûn binçavkirin û li hotêleke vê welatî de hatibûn destbiserkirin, hatine berdan.
Heta niha çapemeniya Siûdiyeyê hurgiliyên berfire derbarê çawetiya azadkirina wan kesan û hijmara wan belav nekiriye û nehatiye zelalkirin ku gelo ew kes bi biryara dadgehê hatine azadkirin anjî bi biryara berpirsên hikûmeta Siûdiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin