Erbil 38°C Thursday 13 Nov 14:04

Rûsiya: Me li Sûriyê 200 çekên nû ceribandin

Rûsiye dibêje me çekên xwe yên nû cerbandine
کوردستان TV
100%

Serokê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Rûsiyayê Vladimir Shamanov ragihand ku Rûsiyayê di şerê li Sûriyê de 200 çekên nû ceribandine.

Shamanov wiha got: Di dema alîkarkirina bo xelkê Sûriyê, me ji 2011an heta zêdetirî 200 çekên nû li Sûriyê ceribandin. Ne rasthatinek e ku ew welatên ne hevalbendên me jî ne, çekan ji me dikirin.

Rûsya li Sûriyê bi kuştina bi hezaran sivîlan tê tometbarkirin.

Di êrişên li Gutaya Rojhilat jî ku zêdetirî 250 kes hatibûn kuştin, Rûsya dihat sûçdarkirin, lê Rûsyayê red kir ku di wan êrişan de piştgirî dabe rejîma Sûriyê.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.