Erbil 38°C Thursday 13 Nov 14:15

Rûsya dijî bernivîsa bo agirbesta Sûriyê ye

Rûsiye li dijî bernivîsa agirbesta Sûriyeyê ye
کوردستان TV
100%

Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (CENY) do Pêncşemê ser bernivîsa agirbesta li Sûriyê ya bo 30 roj kom bû.

Bernivîs ji aliyê Kuwait û Swêdê ve hatibû amade kirin. Rûsya, ku hevalbenda hikûemta Sûriyê ye, xwest ku bernivîs were guhertin.

Balyozê Rûsya li CENY’ê Vassily Nebenzia diyar kir ku civat ser agirbestê dûrî rastîyan’’ disekine û ‘’populîst’’ e.

Nebenzia da zanîn ku endamên din yên civatê hay ji rewşa Sûriyê tune ne ew bi amadekirina retorîka afatê’’ tawanbar kirin.

Balyozê Rûsya diyar kir ku heta guherîn di bernîvîsa agirbestê de çênebe ewê wê nepejirînin.

Balyozê Swêdê yê CENY’ê Olof Skoog jî piştî rûniştina taybet ya li New Yorkê da zanîn ku ewê danûstandinên bo bernivîsê bidomînin.

biryare îro înê bo bernivîsa agirbestê deng were dayîn.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.