Bergumanê hewila kuştina Serokwezîrê Fîlîstînî hate desteser kirin

di destpêka meha Adarê de xwestibû Serokwezîrê Filistînê bikuje
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlekarî yên di bin kontrola Hamasê li Gaza bergumanekî serekî yê hewila kuştina Serokwezîrê Fîlîstînê, Rami Hamdallah desteser kir.

Bergumanê ku navê wî nehat eşkere kirin, di pevçûna bi hêzên ewlekariyê re hat birîndar kirin û du hêzên ewlekarî jî hatin kuştin.

Konvoya Hamdallah û berpirsê polîsên Fîlîstînî Majid Faraj di 13’ê Adarê de, li Gaza bûbûn armanca êrîşeke bombeyî, lê her du jî ji êrîşê filitîbûn.

Serokê Fîlîstînî Mahmûd Abbas roja Duşemê Hamas bi wê peqînê tawanbar kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hamas kontrola Gaza di 2007’an de ji destê Fatah standibû.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.