Siûdiye: Me 7 mûşekên husiyan teqandin

welatiyek canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Artêşa Siûdiyeyê dibêje 7 mûşekên çekdarên husî li esmanê teqandiye.

Çapemeniya Siûdiyeyê li ser zarê Fermandarê artêşa Siûdiyeyê belav kir ku pergala berevaniya esmanî ya vê welatî kariye 7 mûşekên husiyan li esmanê biteqîne.

Li gor çapemeniya Siûdiyeyê, çekdarên husî şeva derbasbûyî xwestine êrîşî ser çend cêyên curbicur yên Siûdiyeyê bikin lêbelê pergala berevanî ya Siûdiyeyê kariye bilez li esmanê wan her 7 mûşekan biteqîne û wan pûç bike.

Çapemeniya Siûdiyeyê herwiha diyar kir ku jiber ketina perçeyên yek ji wan mûşekan ku li esmanê hatibû teqandin welatiyek canê xwe ji dest daye.

Artêşa Siûdiyeyê dibêje ew kesê ku canê xwe ji dest daye welatiyê Misirê ye û du welatiyên Siûdî jî birîndar bûne.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.