Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê dicivin

vê di 9ê nîsanê de jî Serokên wan her sê welatan bicivin
کوردستان TV
100%

Biryar e her yek ji Sergey Lavrov, Mevlut Çavuşoglu û Mihemed Cewad Zerîf li Tirkiyê bicivin.

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand, wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglû dê li Tirkiyê hevdîtinekê pêk bînin.

Mîxaîl Bogdanov got, Ew hevdîtina her sê wezîrên derve yên her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê rojek pêş hevdîtina serokên her sê dewletan dê bi hev re bicivin.

Biryar e di çarçoveya hewlên hevbeş ên her sê dewletan de ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, Vladimîr Putîn, Hesen Ruhanî û s Recep Teyyip Erdogan roja 9ê Nîsanê li Stenbolê bi hev re bicivin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.