Dadgeha Rûsyayê ya Taganskiye ya herêma Moskowê daxwaza Sazaiya Kontrolkirina Pêwendiyên Gireseyî û Teknolojiya Agahiyan a Federal a Rûsyayê (Roskomnadzor) ya astengkirina sepana peyaman a bi navê Telegramê pesend kir. Biryar hat dayîn ku zûtirîn dem Telegramê were astengkirin.
Dadgeha Taganskiyê daxwaza Roskomnadzorê ya astengkirina Telegramê pesend kir. Dadgehê biryar da ku di zûtirîn dem de gihiştina bo sepanê bê astengkirin.
Berdevka Roskomnadzorê Mariya Smelyanskayayê di daniştina dadgehê de go ku kiryar3en birêveberên Telegramê berjewendiyên Rûsya û welatiyên wê tehdîd dike.
FSBê ji bo eşkerekirina çalakiyên terorê yên li Rûsyayê tên plankirin kilîlên şifrekirinê ji birêveberiya Telegramê xwestibûn ku terorîst gelekî wê sepanê bi kar tînin.
Piştî ku şirketê ew daxwaz red kiribû û li ser vê jî Roskomnadzorê di 6ê Nîsanê de li dadgehê daxwaz kiribû ku gihiştina bi wê sepanê were astengkirin.
Sizayeke bi qasî 13.600 dolarî li Telegramê hatibû birîn ji ber ku daxwaza dadgehê ya bidestxistina peyamên terorîstên di êrîşa metroya Petersburgê de ya berfanbara 2017an red kiribû.
Li St. Petersburgê di 3ê Nîsana 2017an de dema ku trênek bi rê ve diçû, teqînekê rûdabû û di encamê de 16 kes miribûn û bi dehan birîndar bûbûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin