Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:44

Îsraîl: Em qebûl nakin navendên leşkerî yên Îranê hebin

îsraîl dibêje me navendeke leşkerî ya Îranê bordiman kiriye
کوردستان TV
100%

Îsraîl dibêje me li navendeke leşerî ya Îranê li Sûriyeyê daye.

Serokwezîrê Îsraîlê di gotareke xwe de diyar kir ku ew weke Îsraîl gelek kêfxweşin li hember wan êrîşên ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Brîtanya ve li dijî Sûriyeyê hatine kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu herwiha diyar kir ku ew piştgîriya helwesta wan sê welatan ya li dijî Esed dikin û bi ti awayî qebûl nakin ku navendên leşkerî yên Îranê li Sûriyeyê hebin û Îran li Sûriyeyê artêşeke ser bi xwe ava bike.

Netanyahu behsa vê yekê jî kir ku Îran çavkaniya aloziyên Rojhilata Navîne û eger li Sûriyeyê bimîne vê bibe metirsî bo ser ewlekariya Sûriyeyê jî.

Netanyahu tekez li ser vê yekê jî kir ku balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî navendeke leşkerî ya Îranê kirine û di encama de hijmareke zêde ji leşkerên Îranî hatine kuştin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.