Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 17:07

Pasdarekî Îranî 4 endamên malbeteke Kurd qetil kir

zarokek jî birîndar kiriye
کوردستان TV
100%

Endamê sopay pasdarên Îranê êrîş bir ser malbateke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê. Di encamê de çar kes ji malbatê hatin kuştin û zarokek jî birîndar bû.

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Dîwandere yê ser bi parêzgeha Sine, pasdarek Îranî êrîş kir ser malbatek Kurd. Di encama êrîşa hovane de 4 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin û zarokek jî birîndar bû.

Îro komîteya navendî ya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Komunîsta Îranê-Komele ragihand ku malbatên du endamên hizba wan ji aliyê pasdarek Îranê ve li mala xwe hatine qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Demjimêr 06:00’ê siharê li bajarê Dîwandere, pasdarek yê Îranê bi navê Resûl Fikret bi cilên xwe yên leşkerî ve êrîşê malbata Burhan Dîwarger û Aram Dîwarger ku herdû jî endamê Hizba Komunîstin.

Sopayê Îranê sê cercûr bi ser endamên malbatê de vala kirine. Di encamê de ji bilî dayîk û bavê herdû endamên me hatin kuştin. Herwiha du xwişkên wan yên binavê Pirşîngî (30) û Ninaî (10) jî hatin qetilkirin. Herwiha xwişkek ya wan a din ku temenê 5 salî bu bi giranî birîndar bûye.”

Hizba Komînîst di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Di dema borî de jî ew pasdar çend caran hewla kuştina vê malbatê kiribû. Wan jî ji bo hêzên asayîşê ragihandibûn. Lê tu hewldanên ji bo pêşî girtina komkujiyê nehat kirin.”

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.