Erbil 38°C Tuesday 29 Apr 17:05

Pasdarên Îranê keriyek hespên kolberên Rojhilatî kuştin

rejîma îranê sewalên Kurdan jî bi metirsî dizane
کوردستان TV
100%

Pasdarên Îranê keriyek hespên kolberan kuştin û barên wan jî talan kirin.

Pêr bi şev pasdarên Îranê li devera Mîrawe ya bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, gule avêtin komek kolberên Rojhilatî, ku dixwastin derbasî aliyê Başûr bibin.

Li gorî agahiyan, kolberên belengaz ji tirsa canê xwe hespên xwe hîştin û reviyan. Lê pasdaran hespên wan kuştin û barên wan jî talan kirin.

Çend roj berê jî li devera Hewraman, pasdarên Îranê derdora 70 hesp û dewarên kolberan girtibûn û ji wan re gotibûn, eger hûn hespên xwe dixwazin divê hûn serê her hespekî 6 milyon tûmen (derdora 1000 dolarî) bidin!

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.