Ji bo roja nehan, girevgirtina xelkên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînor berdewam e û xelkê moleta bîst rojan dane Hikûmeta Îranê.
Îro xelkên bajarên Merîwan, Bane, Serdeşt, Pîranşar û Ciwanro dikan û bazarên xwe girtin û daxwaza vekirina sînoran li pêşya kolberan û kêmkirina fişaran li ser karkiran kirin.
Hevdem xelkên wan bajaran dibêjin ku, ewê tenê heya bîst rojên din li ser girtina dikan û bazarên xwe berdewam bin û heger daxwazyên wan neyên bicîkirin, ewê dest bi xwepêşandanan bikin û bi awayekî din daxwaza mafên xwe bikin.
Di heftiya derbasbûyî de jî, 70 xwepêşandan li dijî Hikûmetê Îranê derketin, li gorî opozisyona Îranê, xwepêşander li dijî zêdebûna bêkariyê û bilindbûna rêjeya hejariyê û gendeliyê û têkçûna rewşa mafên mirovan derketibûn.
Herwiha di Îna derbasbûyî de, piştî nimêja Înê li mizgefteke Îranê, nerazybûneke mezin di nav xelkê de çêbû û diruşma (Dijminê me li vê de ye nek li Amerîka ye) li dijî Hikûmeta Îranê digotin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin