Wezîrê bazirganî û pîşesaziya Îranê Mihemed Şerîetmedarî ku bo beşdarî kirin di konferansa abûriya nabver Kurdistan û Îranê hatiye Hewlêrê, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên li gel Iraqê û bitaybetî li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku weke cîraneke kevnar û giring ji Îranê re, pêşxistina pêwendiyên abûrî û bazirganî li gel Herêma Kurdistanê, ji bo Îranê giring e.
Mihemed Şerîetmedarî got jî: "Yek ji giringtirîn siyasetên Îranê, di warê çalakiyên derve de, pêşxistina pêwendiyan li gel Iraqê û bitaybetî li gel Herêma Kurdistanê ye. Li aliyekî din jî, emê hevkariyên xwe yên taybet li gel Herêma Kurdistan, di warê avakirin û bazirganiyê û warên din de pêş bixin".
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin