Libnanî piştî 9 salan îro çûn ser sendoqan

piştî 9 salan ew cara yekeme ku xelk deng dide
کوردستان TV
100%

Piştî 9 salan îro yekşemê 6î Gulanê prosesa dengdanê bo hilbijartinên parlementoya Libnanê destpê kir û xelkê vê welatî li seraserê welat çûn ser sendoqên dengdanê.

Demjimêr 7î sibê ya roja Yekşemê deriyê sindoqan bo dengdanê hatin vekirin û ewê heta demjimêr 7î êvarî li gor dema herêmî berdewam bibe.

Li Libnanê kursiyên parlamenê di navbera Misliman û Kirstîyanan de û herweha di nava mezhebên herdu olan de bi wekhevî hatine dabeş kirin.

Çavdêr dibêjn, di van hilbijartinan de hêzek nikare bi serê xwe têra avakirina hikumetê dengan bidest bixe, ewê hikumetek hevpeymanî bihê ava kirin, tê texmîn kirin ku îşev encamên destpêk derkevin, lê encamên fermî dibe çend rojan gîro bibin.

Gelê Libnanê bi meşên konvoyên otombîl û silogan û wêneyên kandîdan li cadan li hember bingehên dengdanê ne, xurtan li dervey bingehên dengdanê wênên kandîd û siyasiyan hilgirtine.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.