Erbil 38°C Thursday 18 Sep 07:09

Lêv û tevgerên DIŞIê li Xurmatû zêde bûne

xelkê deverê jî gelek ditirse
کوردستان TV
100%

Berpirsê asayişa bajarê Xurmatû Farûq Namiq dibêje, hereketên çekdarên DIŞIê li derdora Xurmatû zêde bûne û bûne metirsî li ser deverê.

Di vê derbarê de berpirsê asayişa Xurmatû Farûq Namiq diyar kir ku ev demek e çalakî û hereketên çekdarên DIŞIê li derdora Xurmatû bi taybet li gundên ereban zêde bûne.

Farûq Namiq her wiha got, çekdarên DIŞIê bi dilê xwe digerin û ji çiyayê Hemrînê derbasî aliyê Xurmatû dibin. Bi rastî bûne metirsî li ser deverê.

Wî efserê asayişa Xurmatû anî ziman, ji piştî rûdanên 16 Cotmeha par ve hereketên çekdarên DIŞIê zêde bûne û got, piştî ku hêzên Pêşmerge ji Xurmatû vekişiyan livîna DIŞIê zêde bû. Çekdarên DIŞIê bûne metirsî li ser gundên kurdan yên Daqûqê jî. Çekdarên Heşda Şeibî jî li hember wê yekê bêdeng in.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.