Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihand ku îro dê biryara xwe ya derbarê xwe vekêşandin an jî mayîna di peymana nûkleerî de bide, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragehand, "Îran çekên gelekî metirsîdar li Sûriyeyê bi cîh dike."
Serokwezîrê Îsraîlê serdana paytexta Qibrîsê, Lefkoşayê kir û di civîna sêalî ya navbera Yewnanîstan, Qibrîs û Îsraîlê de hinek îdîa derbarê Îranê de kirin.
Netanyahû got, "Îran plan dike, çekên gelekî metirsîdar li Sûriyê bicîh bike."
Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê axiftina xwe wiha dewam kir: "Îran her rojê eşkere bang dike ku Îsraîl wêran bibe û ji ser rûyê erdê rabe, li hemberî me êrîşkariyekê pêk tîne ku bi her awayî temam bûye."
Netanyahû: "Nexasim niha ji bo jinavbirina Îsraîlê, çekên gelekî metirsîdar li Sûriyê bi cî dike."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin