Erbil 38°C Thursday 18 Sep 06:30

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Putin ber bi Moscowê ve bi rê ket

vê çend civînan jî li gel rayedarên Rûsyayê pêk bîne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ber bi Moscowê bi rê ket.

Nêçîrvan Barzanî li Moscowê beşdarî bîranîna serkeftina şerê mezin ê Niştimanî (Şerê Cîhanî yê Duyem) dike.

Piştî ku sibe (09-05-2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma bîranînê bibe, wisa tê çaverêkirin ku beşdarî çend gotûbêjên giring û dualî jî bibe, di nav wan de jî civîna dualî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Rosneftê Îgor Sîçîn, ji aliyê ofîsa Vladimir Putin ve hat vexwendin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.