Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, di êrîşa Îsraîlê li ser binkeyeke leşkeri ya Îranê nêzîk başûrê Şamê 8 leşkerên Îranê hatin kuştin.
Di daxuyaniyekê de ku, li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, şeva borî Artêşa Îsraîlê binkeyeke leşekerî ya Îranê li navçeya Kiswê li başûrê Şamê bombebaran kir.
Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî di wê êrîşa Israîlê de 15 kes hatine kuştin ji wan 8 leşkerên Îranê bûn.
Ji aliyê xwe çapemeniya Sûriyê ragehandibû ku, sîstema berevaniya rejîmê kariye du mûşekên Îsraîlê bixe xwar.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin