Erbil 38°C Thursday 18 Sep 07:11

Çekdarên Bedir êrîşî berbijêrê PDKê kirin

jiber ku kandîdê PDKê bû êrîşî ser vî kirine
کوردستان TV
100%

Îro li Xaneqînê çekdarên ser bi tevgera Bedir êrîşî berbijêrêkî PDKê kirin û bi dijwarî birîndar kirin.

Îro li bajarê Xaneqînê di dema destpê kirina prosesa dengdana  taybet de çekdarên ser bi tevgera Bedir yaku beşeke ji çekdarên Heşda Şebî, êrîşî ser berbijêrê PDKê Irfan Sedolah kirin û bi dijwarî birîndar kirin.

Irfan Sedulah di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re ragihand ku îro danê sibê dema ku ji mala xwe ber bi navçeya Seidiyeyê ve diçû, zêdetir ji 20 çekdarên tevgera Bedir tirimbîla vî rawestandine û êrîşî ser vî kirine û bi tundî birîndar kirine.

Sedulah got: Dema min got ku ez kandîdê PDKê me li parêzgeha Diyalayê ev çekdarên han hîn zêdetir û tundtir êrîşî ser min kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.