Berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Silêmaniyê-Helebçê ragehand, şeva borî ji aliyê çend motosîkletan ve gule li ofîsa Kurdistan T.V ya li Silêmaniyê hatin berdan, lê ti ziyaneke giyanî pêknehat.
Berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Silêmaniyê-Helebçê Eta Şêx Hesen ragehand: ‘’Demjimêr 10:15ê de şeva borî ji aliyê çend motosîkletekê ve gule berdan ofîsa Kurdistan T.V ya li Silêmaniyê. Lê karmend û zîrevanên ofîsê silamet in û ti ziyaneke giyanî çênebû.’’
Herwaha ragehand: ‘’Em wek encûmena rêveberiya Silêmaniyê-Helebçê yên PDKê lijneya ewlehiyê ya bajar û berpirsên asayîşê û Polîs li hember parastina asayîşa siyasî û civakî û parastina binkeyê xwe wan berpirs dizanin.’’
Navborî got: ‘’Li ser bûyerê Şêx Edhem Barzanî bi rêya telefonê peyvendî bi parêzgerê Silêmaniyê û aliyên peyvendîdar re pêkanî û soz dane ku dê pêdeçûnê li ser bûyerê bikin û helwêstê pêwîst dê bigrin.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin