Îsraîl dergehê sînorî Kerem Şalom digre

jiber rewşa ewlekarî îsraîl deriyeke sînorî dadixe
کوردستان TV
100%

Îsraîlê dergehê sînorî yê li gel Navçeya Geza girt piştî ku rastî ziyanê bû di encama xwepêşandanên Filestîniyan de.

Leşkerên Îsraîlê got bi dehan welatiyên Filestînî roja Înê derbasî nava dergehê Kerem Şalom bûn û agir berdan boriya gazê.

Îsraîlê got dê dergeh bimîne girtî ta ku ziyan bête çêkirin.

Di heman demê de, pêşbîne ku dergeh tenê ji bo rewşên mirovahî vebe, li gor leşkeran.

Kerem Şalom yek ji sê dergehên sereke yên sînorî ye di navbera Îsraîl, Geza û Misrê de.

Roja Înê wezareta tenduristî ya Geza got welatiyekî Filestînî hate kuştin û 49 birîndar bûn dema leşkerên Îsraîlê xwepêşander gulebaran kirin.

Di daxuyaniyekê de, hêzên berevaniya Îsraîlê got derdora 5 hezar Filestînî tevlî xwepêşandanan bûn ku piraniya wan aştiyane bûn.

Hêzên berevaniyê got wan tenê kesên ku gef didan ser dergeh, ji xwe re kirin armanc.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.