Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî di serdana xwe ya Srî Lanka de, piştî civîna bi Serokkomarê vê welatî Maithripala Sirisena ser peymana navokî axifî.
Ruhanî diyar kir ku eger berjwendîyên wan werin parastin, ewê li gor peymana navokî tevbigerin.
Ruhanî got: Eger pênc welatên din yên di peymanê de, li gor peymanê tevbigerin, tevî ku Amerîka naxwaze jî ewê Îran di peymanê de bimîne.
Li gor peymana di sala 2015’an de ji alîyê Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn, Almanya û Îranê ve hatiye îmza kirin, Tehran di bernameya navokî de tenê enerjîyê çêdike û dewletên din toleyên dijî Îranê radikin.
Serokê Amerîka Donald Trump, hefteya borî gotibû ku ewê ji peymana navokî vekişin. Trump dide zanîn ku peymana hatiye îmza kirin ‘’dûrî aqilan’’ e.
Ruhanî, ser biryara Trump dabû zanîn ku dijî dîplomasîyê ye û hiqûqa navneteweyî binpê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin