Îran dibêje hêza ti kesekî tuneye me ji Sûriyeyê derbixe.
Îro Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî di presskonferansekê de diyar kiriye ku Îran ji Sûriyeyê dernakeve û hêza ti kes û aliyek jî tuneye ku Îran neçar bike daku ji Sûriyeyê der bikeve.
Behram Qasimî diyar kiriye ku Îran welateke serbixwe û xwedan serweriye û siyasetên xwe jî li gor berejwendiyên xwe cîhbicîh dike lewre kes nikare Îran neçar bike daku ji Sûriyeyê vekêşe.
Ew gotinên Peyvdarê wezareta derve ya Îranê weke bersifdaneke bo daxuyaniyên rayedarên Rûsiyeyê bi taybetî Serokê Rûsiyayê ku beriya çend rojan gotibû lazime hêzên biyanî ji Sûriyeyê derbikevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin