Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:34

Îranê dest danî ser 50 Hespên kasibkarên Kurd

zextên rejîmê her diçe zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Hêzên çekdar yên Îranê li Şinoyê 50 hespên kasibkarên Kurd girtin.

Hêzên Spaha Pasdaran li ser bilindahiyên Kêleşînê li bajarê Şinoyê de dest bi ser 50 ser hespên kasibkaran de girtin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya duşemiyê 1`ê Cozerdanê hêzên ser bi Spaha Pasdaran cihgir li bilindahiyên Kêleşînê dest bi ser 50 ser hespên kasibkarên vê navçeyê de girtin.

Spaha Pasdaran bona dana her yek ji hespên kasibkaran daxwaza 2 milyon Tûmenî kiriye.

Di vê derheqê de êvariya roja 29`ê Banemerê hêzên Întizamî ên hikûmetî li daristanên gundê “Mîrava” û “Xêwetge” de dest bi ser 350 ser hesp û barên kasibkaran de girtin, û dehan ser hespên wan kasibkaran jî kuştin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.