Keşnasiya Ormiyê hişyarî da û ragihand, li gorî pêşbîniyan dê dîsa baranek tund bibare ji ber wê jî bila welatî tedbîrên xwe li hember lehiyê bigirin.
Ev çend roj in li deverên sînorî yên parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê baranek tund dibare û li gelek cihan lehî rabûye. Yek ji wan cihên ku lehiyek mezin lê rabibû, Pîranşar bû.
Li gorî agahiyan, li Pîranşarê zarokek 15 mehî ji ber avê çûbû û xeniqîbû, her wiha bi dehan xanî û mal xisyar dîtibûn.
Keşnasiya Ormiyê ragihandiye, tê pêşbînîkirin ku îro êvarê jî pêleke tund ya baranê dest pê bike ji ber wê jî bila welatî tedbîrên xwe li hember lehiyê bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin