Pkk êrîşî ser leşkerên Tirkiyeyê kir.
Piştî ku îro gerîlayên PKKê li Çiyayê Dêlê êrîşî ser leşkerên Tirk kirin, artêşa Tirkiyeyê jî balefirên xwe şande deverê.
Li gor jêderên herêmî, balefirên Tirkiyeyê bi tundî derdorê çiyayê Dêlê bordiman kirine.
Jêderên herêmî diyar dikin ku balefirên şer gelek bi nizmî difirin û ew yek jî bûye sedema dilgiraniya şêniyên wan deveran.
Heta niha derbarê zirar û ziyanên êrîşên PKK û bordimanên balefirên Tirkiyeyê ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin