Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:32

Amerîka vê weke Îraqê li Îranê jî desthilatê hilweşîne

Amerîka vê weke Îraqê rejîma Îranê jî hilweşîne
کوردستان TV
100%

Kovara The National Interest ya Amerîkî eşkere kiriye, ku tîma "Laçînan" ya îdara serokê Amerîka Donald Trump, li dijî Îranê ber bi pêxistina şer ve diçin û ewê heman awayê serokê berê yê Amerîka George W Bush bikar bînin, ku di sala 2003an de li dijî rêjîma Iraqê bikar anîbû.

Kovara navhatî di raporekê de diyar kir, ku ew berpirsên Amerîkî wê bi 3 gavan artêşa Amerîka qayil bikin daku rêjîma Îran bîne xwarê, yekem gav jî çêkirina çekên komkujiyê ye ji aliyê Îranê ve.

Li gorî rojnameyê, tîma Trump xwe ji wê pilanê re amade kiriye û heger dijatiyeke navdewletî ji wê pilanê re çêbibe, wê Amerîka bêje: Em berevaniyê di ber cîhana azad de dikin.

Herwiha wê ji wan welatan re bêje, ku Amerîka piştevaniya opozisyona Îranê dike ji bo sîstemek û Hikûmeteke demokratîk li Îran pêk bînin, wek çawa li Iraqê hat kirin piştî ku rêjîma Sedam hat xistin.

Kovarê diyar kir, ku vekişana Trump ji rêkeftina etomî li gel Îranê, beşek din ji wê pilanê ye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.