Erbil 38°C Saturday 13 Sep 20:16

Iran her sal 700 miliyon dolar bo hizbulah dişîne

kanaleke îsraîlî belgeyên hevkariyên Îranê bo hizbulah weşand
کوردستان TV
100%

Kanala 2 ya Îsraîlê dibêje rejîma Îranê her sal 700 miliyon dolar hevkariya hizbulah Libnanê dike.

Kanala 2 ya Îsraîlê di raporteke xwe de yaku çendîn belge û dokomêt têde hatine weşandin behsa vê yekê dike ku rejîma Îranê her sal zêdetir ji 700 miliyon dolaran bo hizbulaha Libnanê dişîne.

Di raporta kanala han de hatiye gotin ku ev pereyên han sê qasî ew pereyane ku Amerîka û welatên din dibêjin Îran her sal bo hizbulah dişîne.

Li gor raportê ev pereyên ku Îran her sal şandiye roleke girîng di beşdarî kirina hizbulaha Libnanê di şerê Sûriyeyê de lîstine.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.