Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:41

Ciwanekî Kurd di destê Îtlaata Îranê de canê xwe ji dest da

itlaata Îranê ciwanekî din yê Kurd qetil kir
کوردستان TV
100%

Di girtîgeha Îtlaata Îranê de hatiye eşkencekirin.

Ciwanekî Kurd yê şêniyên bajarokê Nelos ya ser bi Şino ya Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Rehman Qurbanî yê ku ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatibû girtin, di girtîgeha taybet ya Îtlaatê de bi awayekî gomanavî canê xwe ji dest da.

Kesûkarên Rehman Qurbanî behsa vê yekê dikin ku Rehman dema hatiye girtin tendirostiya vî gelek başe bûye û ti arîşeyeke vî ya tendirostî nebûye û li gîrtîgehê hatiye eşkencekirin û jiber eşkenceyê canê xwe ji dest daye.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.