Serok Barzanî û şanda mêwan behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Emîndarê giştî yê Yekîtiya zanîngehên Erebî Por, Sultan Ebû, Erabî Eledwan kir.
Di civînê de Emîndarê giştî yê yekîtiya zanîngehên Erebî spasiya Serok Barzanî kir jiber afirandina derfeta hevdîtina han û hevdem li gel behsa kirin ji rola Serok Barzanî di şerê dijî teror û aramiya heyî û hevkêşeyên deverê de, jiber serkeftina lîsta partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên parlementoya Îraqê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Şanda mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de rêzdariya xwe jî ya li hember rol û pêgeha zanîngehên Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku zanîngehên Kurdistanê pêşkeftîne û standardên cîhanî baş bidest xistine.
Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û pesnên rola ew emîndariya hand a, piştgîriya xwe jî bo her cure têkilî û hemahengî û hevkarî li gel zanîngehên Kurdistan û zanîngehên Erebî diyar kir.
Rewşa siyasî û guhertinên deverê yên Îraqê jî mijareke din ya vê civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin