Erbil 38°C Tuesday 18 Nov 17:34

Operasyona mezin a leşkerî bi tevlîbûna balafiran dest pê kir

dixwazin vê bajarê kontrol bikin
کوردستان TV
100%

Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ji bo bajarê Hudeyde yê Yemenê ji destê çekdarên husiyên ku Îran piştgiriya wan dike derxîne operasyoneke mezin da destpêkirin.

Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ji bo bajarê Hudeyde yê Yemenê ji destê çekdarên husiyên ku Îran piştgiriya wan dike derxîne operasyoneke mezin a leşkerî da destpêkirin. Hudeyde bajarê herî mezin ê 4emîn ê Yemenê ye û lîmaneke wê li ser Deryaya Sor heye.

Biryara operasyona leşkerî ji aliyê Îmarata Erebî ku tevlî Koalîsyona Erebî ye hat dayîn. Îmaratê ji bo milîsên husî bajarê Hudeydeyê vala bikin 3 roj mawe dabû wan. Hikûmeta Yemenê ku li derveyê welat xebatê xwe dimeşîne daxuyaniyek parve kir, piştgirî da operasyonê û got: "Kontrolkirina bajarê Hudeydeyê wê bibe destpêka têkçûna milîsên husî û wê destê Îranê ku demeke dirêj e xwîna yemeniyan dirjîne jê bike.

Serokê husiyan Muhammed Elî ehusî jî di peyama xwe ya Tiwtterê de li dijî operasyonê derket û got: "Eger êrişa Hudeydeyê bikin, em ê jî êrişî tankerên navneteweyî yên petrolê ku di Deryaya Sor de diçin bikin."

Sputnik

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.