Erbil 38°C Wednesday 30 Apr 02:40

Çekdarên Îranî di salekê de 160 kolber kuştine

çekdarên Îranê rojane kolberên Kurd dikujin
کوردستان TV
100%

Tenê di mehekê de 5 kolber hatine kuştin.

Zextên rejîm û çekdarên rejîma Îranê yên li ser Kolbarên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin û her roj herî kêm kolberek tê kuştin û kolberek jî birîdar dibe.

Di vê çarçoveyê de nûnerê Mihabadê yê parlemantoya Îranê Celal Mehmûdzade ragihand, tenê di sala borî de 160 kolberên Kurd bi destê hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin.

Herwaha, malpera “Hingaw” a pirsên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kir, tenê di meha borî de 5 kolberên Kurd bi destê hêzên Îranî hatine kuştin û 14 kolberên din jî birîndar bûne.

Wê malperê diyar kiriye, piraniya kolberên bûne qurbanî ji navçeyên Serdeşt, Şino û Pîranşarê ên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.