Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 02:35

HPG: Li Colemêrg û Çewlikê 12 leşker hatin kuştin

HPG amara çend rojên pevçûnan belav kir
کوردستان TV
100%

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 22'ê Hezîranê li Colemêrgê 12 leşker hatin kuştin û 19'ê Hezîranê jî 4 leşkerên îstîxbaratê li Çewlikê birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan li Colemêrgê li hêzên dagirker ên artêşa Tirk xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "22'ê Hezîranê hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerênj li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 15:50'î, careke din li dagirkeriyên li ser girê Xeregolê xistin. Di çalakiyê de 8 çeperên dijmin ên li ser gir hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 8 leşkerên dijmin hatin kuştin."

Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiya 19'ê Hezîranê ya li Çewlikê ev agahî hatin dayin: "19'ê Hezîranê saet 15:00 hêzên me li cihekî navbera Çemêhenî û Devalan ên navçeya Hênê ya Çewlikê li dijî wesayiteke ku tîmên jendermeyan ên îstîxbaratê tê de bûn çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 4 tîmên îstîxbaratê birîndar bûn ku birîndar 2 ji wan giran e. Hêzên dagirker piştî çalakiyê dest bi operasyonê kirin. Operasyon 22'ê Hezîranê bi rengekî bê encam qediya."

Li Erzînganê operasyon

Navendê di dawiya daxuyaniyê de got, "21'ê Hezîranê artêşa TC li qada Katir Gullerî ya li navçeya Kemah a Erzîganê dest bi operasyonê kir. Operasyon hîn dewam dike."

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.