Ev çar roje ku li piraniya bajarên Îranê xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin.
Piştî buha bûna dolar û diravên biyanî li Îranê û giran bûna nirxa pêdiviyên jiyana rojane û sist bûna bazara kirîn û firotinan li Îranê, xelk dest bi xwepêşandanan kiriye.
Ev xwepêşandan ku çar roje didomin di destpêkê de li Tehranê destpê kiribûn û niha li piraniya bajarên Îranê xwepêşandan heye.
Xwepêşander diroşmeyên dijî rejîma Îranê bilind dikin û hêzên taybet yên rejîma Îranê jî êrîşî ser xwepêşanderan dikin û li gor jêderên nûçeyan heta niha çend kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî hatine binçavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin