Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 06:54

Îsraîl alîkariyên însanî bo penaberên sûrî zêdetir dike

sê zarokên ku kesûkarên wan mirine ji aliyê artêşê ve tên xwedî kirin
کوردستان TV
100%

Artêşa Îsraîlê dibêje ew alîkariyên însanî ji bo penaberên Sûriyê yên ku li başûrê Sûriyê ji ber şer direvin zêdetir dike.

Li gor nûçeyeke voayê Artêşa Îsraîlê îro diyar kir ku 6 penaber, di nav de 4 zarok, wergirtin ji bo dermankirinê piştî ku xwediyên wan hatin kuştin.

Îsraîlê 300 kon û derdora 60 ton alîkariyên mirovahî û derman dabîn kirin ji bo hezaran bêşûnûwarbûyên Sûrî.

Ev bû çend salin Îsraîl alîkariyên mirovahî dişîne hidirê Sûriyê û derman bo hezaran penaberên ku karîbûn xwe bigihînin Colanê dabîn kirin e.

Leşker dibêjin ewê berdewam bin di pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî de lê ew rê nadin derbasbûna pêlên mezin ên penaberan bo Îsraîlê.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.