Erbil 38°C Saturday 13 Sep 22:56

Li Şinoyê Pasdar û Cerdevan lihev dan

ji her du aliyan kuştî û birîndar hene
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên herêmî yên li Rojhilatê Kurdistanê şeva derbasbûyî hijmareke zêde ji pasdarên rejîma Îranê li gundên derdorê bajarê Şinoyê ketine kemîna cerdevanên ser bi spaha pasdaran.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku cerdevanên ser bi spaha pasdaran ji tirsa pêşmergeyan kemîn danîne û di dema derbasbûna karwaneke spaha pasdaran de di navbera wan de pevçûn çê bûye.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku di vê pevçûnê de ji her du aliyan hijmareke kuştî û birîndar çê bûne lêbelê hijmara wan ya rast nayê zanîn.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.