Erbil 38°C Saturday 13 Sep 22:40

Amerîka amadekariya bikar anîna hêzê dijî Îranê dike

Amerîka bersifa gefên Îranê da
کوردستان TV
100%

Piştî ku rejîma Îranê gefa vê yekê kir ku eger Amerîka rê nede Îran petrolê bifiroşe vê Îran gerûya Hurmuzê ya li Kendavê daxe û rê nede petrola ti welatekê deverê bo bazarên cîhanê were şandin, Amerîkayê jî bersifa Îranê da.

Di vê derbarê de wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku Amerîka bi ti awayî rê nade Îran gaveke wisa bavêje û eger Îran gaveke wisa bavêje vê Amerîka bersifeke gelek dijwar bide Îranê û bo vê yekê jî Amerîka amadekariyên pêwîst kiriye.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.