Erbil 38°C Saturday 13 Sep 22:41

Îran çekên giran dişîne bajarên Kurdî

şêniyên wan deveran ji vê pêngava îranê dilgiranin
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji hefteyeke ku artêşa Îranê dest bi şandina çekên giran û cebelxaneyan bo bajarên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Di vê derbarê de şahêdên bûyerê li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew sê roje artêşa Îranê hijmareke zêde çekên giran ku ji yekîneya topxane, tank û katûşiyayan pêk hatiye dişîne bajarê Şino û derdorê.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku rayedarên artêşa Îranê gotine şandina çekên giran bo wan deveran bi mebesta şerê dijî opozîsyonê ye.

Hêjayê gotinê ye ku beriya çend rojan dîsa Îran çekên giran û hêzeke zêde şandiye Bûkan û Nexdeyê.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.