Erbil 38°C Wednesday 19 Nov 15:46

Netanyahu serdana Rûsyayê dike

vê behsa rewşa sûriyeyê bikin
کوردستان TV
100%

Vê li gel Putîn li ser çend mijaran giftûgo bike.

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu wê sibê bicivin û li ser mijara Îsraîl û Filistînê û rewşa dawîn a li Sûriyeyê bisekinin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê hat dayîn, Pûtîn û Netanyahu wê sibê li paytext Moskovayê kom bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu lîder wê digel mijara Îsraîl û Filistînê, li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê jî îstişare bikin, herwiha hat gotin ku Netanyahu wê sibê li Stada Lujnikiyê pêşbirka Îngiltere û Hirvatistanê ya Kûpaya Dinyayê ya 2018 FIFAyê jî temaşe bike.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.