Dibêje Welayetî tawanbarê serekî yê teqînên sala 1994 e.
Îro hikûmeta Arjantînê bi fermî daxwaz ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir daku Şêwirmendê raberê Îranê Elîekber Welayetî ku niha li Rûsyeyê re, radestî Arjantînê bike.
Hikûmeta Arjantînê di daxwaznameya han de nivîsandiye ku Elîekber Welayetî yek ji wan kesaye ku rast rast destê xwe di teqînên sala 1994an yên li paytexta Arjantînê de yên ku bûne sedema kuştina 85 kesan û birîndarbûna 300 kesên din, hebûye.
Hêjayê gotinê ye ku di dema teqînan de Welayetî wezîrê derve yê Îranê bûye û dadwerê Arjantînî jî biryara binçav kirina vî û çend rayedarên din yên Îranî der kiriye. Heta niha Arjantîn daxwaza radest kirina çend berpirsên Îranî kiriye lêbelê ev daxwaz nehatiye cîhbicîhkirin.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin