Li gor jêderên li Rojhilatê Kurdistanê dohê îtlaata bajarê Sineyê sê welatiyên din yên Kurd ku temenê wan di navbera 30 heta 35 salane, binçav kiriye.
Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku îtlaata Îranê destpêkê bi telefûnê daxwaz ji wan sê welatiyên Kurd kiriye daku bo bersif dana çend pirsan serdana navenda îtlaata Sineyê bikin.
Piştî ku ev her sê welatî çûne navenda îtlaatê, hatine binçavkirin û kesûkarên wan jî dibêjin ku sedema binçav kirina wan hîn jî nehatiye zalalkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin